Civak

Berpirsekî din ê PKK hat kujtin

Di operasyona MÎTê de berpirsekî payebilind ê PKK jiyana xwe ji dest da

Di operasyona ku ji teref MÎTê ve li Sûriyê hat lidarxistin, endamê PKK Fahrettin Tolun ê bi navê kod Hayrî Serhat ê ku Înterpolê bi lîsteya sor lê digeriya jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya ajansa Anadoluyê, Hayrî Serhat ê ku berpirsê gihandina çekên giran ji bo PKK û pîşesaziya berevaniyê bû, di operasyona ku ji aliyê MÎTê ve li Rumeylana bajarê Hesekê ya Rojava hat lidarxistin, jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku AA ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistine, Hayrî Serhatê ku ji sala 1992an û vir ve li Sûriye, Îran û Iraqê ji bo PKK çekên giran dişîne, ji teref Înterpolê ve di lîsteya sor debû.

Back to top button