Hakan Fîdan: Li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê Tirkiye ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan amaje bi wê yekê kir, ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelek baş in û got: “Li herêmê mezintirîn dostê Hewlêrê Tirkiye ye”.
Hakan Fîdan, piştî pêşkêşkirina bûdçeya sala 2024an a wezaretê li Komîsyona Plan û Budçeya Meclîsa Mezin a Tirkiyê, bersiva rexne û pirsên parlamenteran da. “Em bi awayekî kategorîk dijminên PKK ne”.
Hakan Fîdan, anî zimên ku hin parlamenterên li Tirkiyê feraseta ku Tirkiye dijminatiya Kurdan dike ava kirine û got: “Em vê yekê bi temamî red dikin, mijarek wiha nîne. Di rastiyê de pêwîste peyva Kurdî ji nav van çîrokan bê derxistin û PKK li wir bê danîn. Ji ber vê yekê em bi awayekî kategorî dijminên PKK ne”. Li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê Tirkiye ye.
Hakan Fîdan, anî zimên ku heta berê çekan nedin Tirkiyê, ewê bi tu aliyan re nebin pirsgirêk û wiha got: “Ev pirsgirêka wan a destûrî bi xwe ye, heta ku berê çekan nedin me, pirsgirêka me bi kesî re nîne. Yanî niha li herêmê dostê herî mezin yê Hewlêrê kî ye? Komara Tirkiyê ye. Ma ne rêveberiya kurd e? Çima hewl tê dayin ku ew der û Komara Tirkiyê bi awayekî kategorîk wek dij-Kurd bê nîşandan? Ji ber vê yekê ev ziman pir xelet e, ez vî zimanî qebûl nakim. Zimanek neheq e. Ji ber vê yekê heger li vir behsa nirx, maf û hiqûqa bingehîn tê kirin, divê ev ziman bê terikandin”.