Leşkerên Îranê êrîşî kolberên Kurd kirin: 1 mirî, 7 birîndar
Pasdarên rejîma Îranê ji xwîna kolberên Kurd têr nabe. Roj namîne ku êrîşî kolberên Kurd neke û wan nekuje yan brîndar neke. Pasdarên îranê doh-pêr dîsa êrîşî kolberên Kurd kir. Di encama gulebarana pasevanên sînor ên Îranê de kolberê Seqizî jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din hat ragihandin ku li sînorê Newsude 7 kolber birîndar bûne.
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşa leşkerên Îranê de kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da. Li gor çavkaniyên herêmî, pasdarên Îranê li navçeya Hengecel a ser bi bajarê Bane yê ser bi bajarê Bane ve gule berdane kolberên Kurd.
Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Azad Sitarpenah ê 43 salî yê ji gundê Dêreziyarta Jûr a bajarê Seqizê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha kolberê bi navê Siracedîn ê ji gundê Dêrepenbedanê bi giranî birîndar bû. Ji aliyê din li ser sînorê bajarê Kirmaşanê di encama gulebarana leşkerên Îranê de 6 kolber birîndar bûn. 6 kolber xelkê navçeya Selasî Bawecaniyê yê Kirmaşanê ne. Hat diyarkirin ku hin kolber bi giranî birîndar bûne.