Civak

Li Mêrdînê 382 kes hatin girtin

Di xebatên ekîbên Midûriyeta Emniyeta Mêrdînê de, di meha dawî de 175, di 3 mehên dawî de jî 382 kes ji ber sûcên cûr be cûr hatin girtin.

Di operasyonên ku di navbera 1ê Tebax û 31ê Cotmeha 2023an de ji bo girtina firarên sûcên cûr be cûr pêk hatin, 382 kes hatin girtin.

Ji kesên hatin girtin 5 kesên 20 sal û zêdetir cezayê girtîgehê, 12 kes bi 10-20 sal cezayê girtîgehê, 16 kes bi 5-10 sal cezayê girtîgehê, 48 kes bi 2-5 sal cezayê hepsê û 73 kesên ku ji 2 salan kêmtir cezayê girtîgehê lê hatiye birîn hatin girtin.

Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin 109 kes jê ji teref dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.

Back to top button