Polîtîk

1ê Gulanê PKK vedikişe

Ji heyeta BDPê  Selahattin Demirtaş û Sirri Sureya nameya Ocalan birin Qendîl.

Li gora agahdariyên gihayîn medyayê, vekişnadina çekdarên PKKê ji sinorên Tirkiye 1 meha Gulanê destpêdike.

Di nama Ocalan de hatiye xwestin ku çewe serokwezîrê Tirkiye Erdogan dibêje divê xwe vekişandina çekdarên PKKê bê çek pêkwerê. Yanî çekdarên PKKê çekên xwe deynin û piştre ji sinorên Tirkiye derkevin.

Li gora nûçeyên ji herêmên tixûbê Tirkiye û Kurdistana Başûr gihane Rojeva Kurd , amadebûnek ku mirov bi çav dibîne li herêmê ji bo vekişandina çêkdarên PKKê heye.

Li gelek cihên stratejik de leşkera cihê xwe guherine û herweha rê ji bo derbasbûna gerilayên bê çek vekirine.

Wek din  ji bo ku dema xwe vekişandinê de tu provakasyon çênebin, ji dewsa leşkeran dê MIT çavderiya derketina ji sinor dike.

Back to top button