Erdogan: Hamas ne rêxistinek terorîst e
Serokkomarê Tirkîyê R.T. Erdogan, di civîna partîya xwe de axavtinek kir û Îsraîl da ber dêvê topê. Piştî axavtina Erdogan pirsa ‘gelo têkilî û normalîzasyona bi Îsraîlê re qediya?’ hat rojevê.
Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partîya xwe de peyamên tund da Îsraîl a ku êrîşên xwe yên li ser Filistînê didomîne. Erdogan diyar kir ku Tirkîye Hamasê wek rêxistinek terorê nabîne û got: “Projeya me ya çûyîna Îsraîlê hebû, me betal kir û emê neçin”.
Erdogan di axavtina xwe de ji bo Îsraîlê got: “Me her tim pêşî wek meseleyek însanî li meseleya Filistînê mêze kir. Ji 7ê Cotmehê û vir ve ji bo ku krîz zêdetir nebe çi ji destê me hat me kir. Me bi tevahî 8 balafirên tijî malzemeyên tibbî û însanî şandin. Me di serî de 25 personelên xwe yên tenduristîyê şandin Misirê. Me eşkere kir ku em li dijî êrîşên ser sivîlan, di nav de sivîlên Îsraîlê ne. Tu pirsgirêka me bi dewleta Îsraîl re nîne, lê belê me ji dewletbûnê wêdetir helwesta wê wek rêxistin nepejirandiye û napejirînin. Ji 7ê Cotmehê ve Îsraîl yek ji êrîşên herî xwînî û hovane yên dîrokê pêk tîne. Ev wêne bi tena serê xwe nîşana wê yekê ye ku armanc ne xweparaztin, tawanek hovane ye ku ji bo sûcê li dijî mirovahîyê tê xwestin. Tu tu welatekî din nabînî ku bi şev û roj bi balafirên şer bajaran bombe dike, avahî û kolanan dişewitîne, bi tank û çekan êrîşan pêk tîne. Ez bang li Îsraîl û cîhanê dikim. Civînan li dar dixin û di civîna dawî de Hamasê wek rêxistinek terorîst dibîne. Ey Îsraîl, Rojava gelek deyndarê te ye, lê Tirkîye deyndarê te nîne. Ev Îsraîl zarokan dikuje, me rewşa wan zarokan dît, em tu carî rê nadin ku ew parçe parçe bibin. Hamas ne rêxistinek terorîst e, lê komek azadîxwaz û mucahidîn e ku ji bo paraztina ax û welatîyên xwe têdikoşe”.
“EZ NAÇIM ÎSRAÎLÊ”
Erdogan bi dewamî got: “Min carekê destê Netanyahu hejand, helbet niyeta me ya baş hebû, lê wî îstismar kir. Plana me ya çûyîna Îsraîlê hebû, emê neçin, hat betalkirin. Lê mixabin ewê niha jî nebe”.
Di dawîyê de erdogan bang li cîhanê kir û got: “Ez hemû welatên din ên xwedî aqil û wîjdan vedixwînim ku zextê li hikûmeta Netanyahu bikin da ku dewleta Îsraîlê vegerîne ser hişê xwe”.