Civak

Qasım Araci ji bo bûyera Mexmûrê serdana Hewlêrê kir

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasım Araci ji ber şer û pevçûnên ku li navçeya Mexmûr a bajarê Mûsilê di navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Rêveberîya Herêma Kurdistannê derketibû, serdana Hewlêrê kir.

Tê payîn ku Şêwirmendê Lijneya Ewlekarîya Neteweyî Araci ku îro ji bo avakirina komîsyonek taybet a têkildarî Çiyayê Karaçûk û alozîya li Mexmûrê hat Hewlêrê, cihê bûyerê lêkolîn bike.

Di çarçoveya serdana xwe de tê çaverêkirin ku Araci bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed û rayedarên herêmê re bicive.

Di daxuyanîya derbarê serdanê de hat ragihandin ku komîsyon wê li ser hûrgilî û encamên lêkolînên derbarê bûyerê de raporekê amade bike û piştî ku temam bû wê rapor ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re bê şandin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button