Serok Nêçîrvan Barzanî komek hevdîtin li gel nûnerên welatan pêkanî..
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Pakistanê kir
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta xatir xwestinê û bi dawî hatina erkê wî yê li Iraqê, pêşwaziya birêz Ehmed Emced Elî Balyozê Pakistanê li Iraqê kir.
Serok Barzanî spasiya kar û hewlên Balyozê Pakistanê yên ji bo pêşxistina peywendiyên Pakistanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.
Balyozê Pakistanê jî, ji aliyê xwe ve, spasiya hevkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo serxistina kar û erkên wî kir, hêviya zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê da xwest.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Amerîkayê kir
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mark Straw Konsulosê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir û derbarê pêşhatên dawî yên rewşa aloza li navçeyê û rûdanên bi armanckirina hêzên Hevpeymanan û hevahengiya emnî di navbera Hewlêr û Bexdayê da nêrînên xwe li hev guhertin.
Her du alî dilgiraniya xwe li hember îhtimal û metirsiya berfirehbûna aloziyan û derencamên wê li Rojhilata Navîn nîşan dan û tekez li ser girîngiya parastina hêzên Hevpeyman û nûnerên dîplomatîk li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û berdewamiya harîkarî û hevahengiya navbera artêşa Iraq û Pêşmerge ji bo parastina aramî û seqamgîriyê bi pêwîst zanîn.
Çend mijarên din yên ku xwedî berjewendiyên hevbeş hatin nirxandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Şêx Cemal El-Zarî rewşa welat û navçeyê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 23.10.2023ê li Hewlêrê, pêşwaziya birêz Şêx Cemal El-Zarî Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Pêşverû ya Niştimanî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê da rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn gotûbêjkirin.
Her du alî li ser pêwîstiya parastina aramî û emniyeta Iraq û navçeyê û hewla rêgirtina li ber berfirehbûn û belavbûna aloziyan hevdeng bûn û tekez li ser wê yekê kirin ku nabe Iraq bikeve nav nakokiyên herêmî da.