Cîhan

Artêşa Îsraîl derbasî Xezayê bû

Rêxistina Hemasê ji berî 17 rojan 5000 roket avêtin nava Îsrail û gelek çekdarên Hemasê derbasî Îsrail bûn û nêzîkî 1500 hemwelatiyên Îsrailî kuştin û nêzî 300 kesî jî dîl girtin. Piştî vê yekê Îsrail dest bombebaranê kir û cih bi cih li xalên sinor şer di navbera Hemas û artêşa Îsrail de berdewam bû. Îsrail aliyekî Xeza bombebaran dikir û ji aliyek din jî xwe amade dikir ku bejayî bikevin nava Xezayê de û operasyonek berfireh bikin.

Artêşa Îsraîlê ku ev 17 roj in bênavber Xezayê bomberdûman dike, ji bo li welatiyên xwe yên dîl hatine girtine bigerin bi rêya bejahî derbasî Xazayê bû. Berdevkê Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de wiha got: “222 dîl di destê Hemasê hene. Hêzên bejayî ji bo lêgerîna van dîla derbasî Xezeyê bûn. Ji bo dîla operasyoneke bejahî ya bi sînor tê kirin.”

Back to top button