Civak

Mûçeyê Serokkomar Erdogan ji sedî 81 zêde dibe

Li gor budçeya sala 2024an wê mûçeyê Serokkomarê Tirkîyê Erdogan li gor serê sala 2023an ji sedî 81,63 bê zêdekirin.

Mûçeyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ku di meha Tîrmehê de bi butçeya zêde bû 140 hezar TL, di sala 2024an da wê bibe 183 hezar TL. Bi vî awayî wê mûçeyê Erdogan li gor yarmetîya destpêkê ya sala 2023an ji sedî 81,6 zêde bibe û ji enflasyonê re bibe bar.

Li gor rojnamevana rojnameya Bîrgun Havva Gumuşkaya ragihandiye, li gor pêşnûmeya budçeya ku bi îmzeya Erdogan pêşkêşî Meclîsa Mezin a Tirkîyê hatiye kirin, Erdogan sala bê wê 2 milyon û 195 hezar TL mûçe werbigire.

Bi vî awayî wê mûçeyê Erdogan ê nû 13,7 qatî ji sînorê birçîbûna malbatek 4 kesî (13 hezar û 33 TL) derbas bibe.

Destûra Serokkomarîyê ya ku di sala 2023an da mehane 100 hezar û 750 lîre bû, bi budçeya zêde ya meha Tîrmehê de ji sedî 39 zêde bû û bû 140 hezar lîre.

Di pêşnûmeya budçeya 2024an de li gor meha Tîrmehê rêjeya zêdebûnê ji sedî 30 bû. Bi vî awayî wê mûçeyê Erdogan li gor yarmetîya destpêka sala 2023an ji enflasyonê ji sedî 81,63 zêde bibe.

Butçeya Serokomarîyê ku di sala 2023an da 6,6 milyar TL bû, di sala 2024an de bû 12 milyar û 283 milyon û 843 hezar TL.

Balkêş e ?
Close
Back to top button