Rojev

Wezîrê Darayî: Herêma Kurdistanê tu dahatek nedaye Bexdayê

Wezîrê Darayî yê Iraqê Taîf Samî diyar kir ku Rêveberîya Herêma Kurdistanê tu dahatek ranezandiye ser hesabê ku Bexdayê ji bo dahatê venekiriye.

Taif Samî, di daxuyanîya xwe ya derbarê civîna Komîsyona Darayî ya bi beşdarîya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: “Tu pare li ser hesabê banka ku ji alîyê herêmê ve hatiye vekirin nehatiye razandin. Tê plankirin ku di çarçoveya Qanûna Butçeya Federal de prosedurên Wezareta Darayî di ber çavan re bên derbaskirin”.

Serokê Desteya Çavdêrîya Iraqê Amar Meşahadanî diyar kir ku ji bo şopandina daneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê tedbîrên cuda bên girtin û sibe jî wê raporek bê pêşkêşkirin.

Di civînê de endamên komîsyona darayî ji bilî guftûgokirina pirsa mûçeyan, behsa rêjeya giştî ya dahatên neftê, derîyên sînor, xerckirin û pabendbûna bi cîbicîkirina bendên bûdçeyê kirin.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Sêşemê serdana Bexdayê kir û ligel Komîsyona Darayî ya Iraqê civîya û mijara mûçe û lîsteya fermanberan gotûbêj kir.

Balkêş e ?
Close
Back to top button