Cîhan

Em rê nadin êrîşên terorîstî li dijî Tirkîyê pêk bên

Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî Orgeneral Yehya Resûl, diyar kir ku dibe bi Tirkîyê re peymana ewlehîya muhtemel bê îmzekirin û ewê rê nedin ku PKK êrîşên terorê li dijî Tirkîyê pêk bînin.

Resûl ji nûçegihanê AA re li ser mijara îmzekirina peymana ewlehîya muhtemel a di navbera Tirkîye û Iraqê de axivî. Orgeneral Resûl got: “Têkilîyên me bi welatê cîranê misilman Tirkîyê re hene. Têkilîyên me yên siyasî û aborî yên bi Tirkîyê re jî gelek baş in”.

Resûl bi bîr xist ku hefteya borî Wezîrê Paraztina Iraqê Sabit Abbasî û şanda bilind a leşkerî ya pê re serdana Enqerê kir û got ku mijarên pîşesazîya berevanîyê, parvekirina îstixbaratê û têkoşîna li dijî terorê bi Wezareta Paraztina Netewî ya Tirkîyê re hatin gotûbêjkirin.

General Resûl bal kişande ser wê yekê ku ew rê nadin Iraq wek qada êrişê li dijî welatên cîran bê bikaranîn û got: “Em rê nadin êrîşên terorîstî ji Iraqê bo Tirkîyê û welatên cîran pêk bên. Wezareta karên derve ya Iraqê û dîplomasîya me hêza wan heye ku bi Tirkîyê (peymana ewlehîyê) û herwiha bi Îranê re encamên erênî û mezin bi dest bixin. Li dijî Tirkîye û artêşa Tirk emê rê nedin gavên ku dibin sedema alozîyê bên avêtin”.

Back to top button