Serok Barzanî piştgiriyê li peyama Ocalan kir
Peyama birêz Mesûd Barzanî ya ji bo peyama birêz Abdullah Ocalan li yekem roja Newrozê da
Peyama birêz Abdullah Ocalan li Newroza îsal da ku têda daxwaza dawî anîna tundutîjiyê û li ber girtina awayê siyasî û demokratiyan dike hengavekî girînge ji bo çareserkirina aştiyaneya pirsa Kurd. Ji bilî piştgirî û pêşwaziya wê peyama birêz Ocalan em bawerin ew rê rast û diruste ku çendîn sale me pêdagîriyê li ser kiriye ku pirsa Kurd siyasiye. Ew pirs ne li rêya serbazî û ne jî bi awayê çekdarî nayê çareser kirin.
Pêvajoya aştî babeteke pêwîstî bi pabendbûna prensîpên serxistina aştî û bîhnvedana hemû aliyek heye û pêwîste wekî stratejiyek bê temaşe kirin neku taktîkekî siyasî û demkî. Daxwaz ji hemû aliyenek dikîn bi cîddî hevkar bin ji bo wê yekê ku hengavên praktîkî li pêşkêşî bi cîhbûn û berqerarbûna aştî û çareserbûna siyasî û aştiyaneya pirsa Kurd bê avêtin. Herêma Kurdistanê jî wekî çawa salên berê amadeyê yarmetîdana pêvajoya aştiyê bûye ji bo serxistina aştî û çareseriya siyasiyaneya pirsa Kurd li Tirkiye niha jî amadeye bi hemû şiyanek ve yarmetiya her du aliyan bide.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.03.2013