CivakRojev

58 rêxistinan piştgirî dan Sezgîn Tanrikûlû

58 dezgeh û rêxistinan piştgirî dan Tanrikûlu û wiha hat gotin: “Erka parlementeran ew e ku li ser navê milet çavdêrîya sazî û rêxistinên dewletê bikin, sûc, xeletî û kêmasiyan rexne bikin û ji milet re îzah bikin”. Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Li welatekî ku ji derbeyên leşkerî yên ku zîhniyeta wesayetê li dijî hikûmetên hilbijartî dane destpêkirin, gelek zirar dîtiye; Daxuyaniya ku hin yekîne li dijî gel, welatî û mafên mirovan sûcan dikin ku ev hemû bi belge û biryarên edlî hatine îspatkirin, ne ‘îftîrakirina artêşê’ ye, ji bo pêşîgirtina li sûcên bi vî rengî erka xwe ya sivîl pêk tîne. Em diyar dikin ku em li pişt Sezgîn Tanrikûlû ne û li ser navê demokrasî û siyaseta sivîl jî gotinên xwe tînin zimên”.

Rêxistin û platformên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

2017 Înîsiyatîfa Welatiyên Bodrumê

Înîsiyatîfa 78’an (Adana, Adiyaman, Agirî, Enqere, Antakya, Artvîn,   Aydin, Balikesir, Êlih, Bursa, Çanakkale, Denizli, Amed, Gaziantep, Îzmir, Qers, Kirklareli, Konya, Mêrdîn, Mersîn, Sincîr, Nevşehir, , Sêwas, Riha, Wan, Bismil, Kurtalan, Nîzîp, Nurdagî, Pirsûs, Wêranşar)

Komeleya Adiyamaniyan

Federasyona Astengdaran a Deryaya Navîn

Federasyona Elewî BektaşîFederasyona

Komeleyên ElewiyanFederasyona

Komeleyên AmedêÎnîsiyatîfa Azadiya Ramanê ya Enqereyê

Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên EwropayêKomeleya Bismilî

Konfederasyona Rêxistinên Sivîl a Bitlîsê (BITLISKON)

Xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê Tevlî bûn

Koma Parêzerên HemdemPlatforma Demokrasiyê ya Datça

Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB)Parêzerên Demokrasiyê

Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk

Diem25 Türkiye Collective

Koma DiyalogêKomeleya Doğubeyazıtliler

Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD).

Înîsiyatîfa Li Dijî Sûcê Fikirê

Federasyona Komeleyên Elih Batmanê

Yekîtiya Hevgirtina Penaberan

Komeleya Mafên Astengdaran û Pêşeroja Bê Asteng

Konfederasyona Astengdaran

Federasyona Pêkhateyên Bê Asteng Garip Dede

Komeleya Muzîkjenên Kêmdîdî

Platforma Demokrasiyê ya Güngören

Platforma Maf û Edaletê ûnavendên civakê

Federasyona Komeleyên Îdirê

Hevpeymaniya Dadweriya Avhewayê

Navenda Komeleya Mafên Mirovan

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK)

Federasyona Komeleyên Karakoçanê

Koma Parêzerên Beşdar (KAV).

Komeleya Çandê ya KAYY-DER

Federasyona Komeleyên Mêrdînê

Komeleya Dayîk û Dildarên Zarokên Astengdar a Mêrsînê Mezîtlî

Platforma Hawirdorê ya Muğlayê

Federasyona Komeleyên Mûşê

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD)

Parêzerên Demokratên Azadîxwaz

Federasyona Komeleyên Patnosê

Komeleya FarqînêKomeleya Astengdaran a Siwêrek

Federasyona Komeleyên Şîrvan

Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)

Foruma Çandî ya Türkiye-Almanya

Komeleya Endamên Fakulteya Zanîngehê (UNİVDER)

Berxwedana ValidebağParastina Validebağ

Rojnivîska Erdê

Însiyatîfa Welatiyan

Parlamenterê CHP ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di weşana zindî ya TV100 de wiha gotibû: “Ma ew ne Hêzên Çekdar ên Tirk bûn ku darbeya faşîst a 12ê Îlonê pêk anî? Ma ne ew artêş bû ku di 15ê Tîrmehê de hewla derbeyê da, gund şewitandin… Bi dehan kuştinên kiryar nediyar. Dozên ku ez dişopînim hene. “Ma ne Hêzên Çekdar ên Tirk in ku 15 gundî ji helîkopterê avêtine, ev yek jî bi biryara AÎHMê hatiye piştrastkirin“. Piştî van gotinan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê Tanrikûlû de lêpirsîn da destpêkirin. Piştre Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî got “Heqaret û îftira bêceza namînin”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button