Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku teqîna berî demekê li ser derbasgehek ji yên navenda Hewlêrê rûda, karekî terorîstî ye û ji alîyê PKK ve hatiye kirin.
Roja Înê 1ê Îlonê demjimêr 18:29ê piştî nîvro teqînek li ser kolana 60 Metrî ku yek ji rêyên herî qelebalix ên Hewlêra paytext e, pêk hat. Di encama teqînê de ti ziyanên canî çênebûn, xisarek qismî li pirê çêbû.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bûyer karekî terorîstî ye û 1 kîlo teqemenîya destçêkirî PETN bûye sedema teqînê. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku kesê bombe teqandiye Z. C. X endamê Tevgera Azadî ya girêdayî PKK ye û li Çemçemal a Silêmanîyê dijî.