CîhanRojev

Erdogan û Sisi civiyan

Erdogan li Hindistanê di Lûtkeya G-20an da bi Serokomarê Misrê Sîsî ra hat ba hev. Ev hevdîtin duyemîn hevdîtina Erdogan a bi Sîsî re bû ku piştî derbeya li dijî Birayên Misilman a sala 2013’an li Misrê.

Peywendiyên Tirkiye û Misirê di sala 2013an de piştî ku artêşa bi serokatiya Sîsî li Misrê derbeyek li dijî hikûmeta Birayên Misilman li dar xistibû û hikûmet xistibû destê xwe, qut bibûn.

Erdogan di axaftinên xwe yên berê de bi gotinên tund ên wekî “qatîl” behsa Sîsî kiribû. Piştî derbeya li Misirê peywendiyên her du welatan aloz bûn û peywendiyên wan yên dîplomatîk daxist asta karbidestiyê. Piştî 10 salan Tirkiye û Misir bi hev re balyozên xwe tayîn kirin.

Back to top button