Karayilan bersiva nama Ocalan da
Serokê konseya KCKê Murat Karayilan ji ANFê re da xuyakirin ku,wan bersiva nameya Ocalan daye. Herweha Karayilan dide kifşkirin ku li gel bersivê wan hinek pêşniyarên xwe jî diyar kirine.
Di vê derbarê de Karayilan dibêje: Me li gel dezgehên tevgera xwe civîn pêkanîn, wek me berê jî dayî xuyakirin hinek têbiniyên me hene, lê emê pişgiriya helwesta serokatiya xwe bikin.Me bi yek dengî biryara vê yekê daye.
Karayilan berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Lê hinek şikên me û asteng jî hene divê ev ji holê bêne rakirin.Di vê manayê de me bi yek dengî biryar daye ku perspektîfên serokatiyê danîn raste û emê tevlî pêvajoyê bibin.Lê me hinek dîtin û pêşniyarên xwe jî di bersiva namaya serokatiyê de dane kifşkirin.
Dixweyê PKK û Karayilan tevlî pêvajoyê dibin û guh didin Ocalan. Karayilan dibêje hinek pişniyar û dîtinên me hene. Lê behsa pêşniyarên kirîn û dîtinên xwe nake.
Herweha ji pêvajoyê şikin gelo şika wan çîye, behsê nake. Eger di pirsekî de têbiniyê mirov hebin û mirov bi şik li pêvajoyê binêre gelo dê çewe tevlî vê pêvajoyê bibe.
Dixweyê PKK bi tevahî ji helwesta Ocalan ne raziye û daxuyaniya Karayilan jî di vê derbarê de ne tatminkare.