CivakRojev

Divê Kurd xwe ji bo kesî feda nekin

Civaknas û fîlozofê navdar ê cîhanê Slavoj Zîzek diyar kir ku divê hêzên cîhanî zêdetir destekê bidin Kurdan û got: “Divê Kurd xwe nekin qurbana tu kesî”.

 

Civaknas û fîlozof Slavoj Zîzek, di hevpeyvînek bi Rûdawê re kir û di derbarê Kurdan de nirxandinek kir.

Slavoj Zîzek, heyranîya xwe ji bo Kurdan anî zimên û got ku “Kurd mucîzeyek in. Kurd ji alîyê rewşenbîrî ve li Rojhilata Navîn milletekî pir pêşketî ye”.

Zîzek pirsa Kurd û pêvajoya naskirina Kurdan wiha bersivand: “Sedemê ku ez Kurdan nas dikim ne tenê ew e ku ez car bi car behsa wan dikim, min carekê li Zanîngeha Rojava jî axaftinek kir. Ji bo min rewşa Kurdan belkî ronîkirina herî berbiçav a xitimandina ku em tê de ne. Ji ber ku sîyaseta kolonyalîzmê, lîztika hemû gelan, lîztika komployên netew-dewletan a li dora Kurdan, nebaşîya cîhana me carek din nîşan da”.

Zîzek, ji bo Kurdan anî zimên ku şervanên jin û pêşmergeyên Kurdan hene û got: “Ez bi xemgînî dibêjim ku Kurd ji ber vê tevlihevîya kolonyalîzmê herî kêm di nav çar welatan de hatine dabeş kirin. Ez behsa Îran, Iraq, Sûrîye û Tirkîyê dikim. Kes naxwaze xweserîya rastîn û tam a ku hûn heq dikin bidin we. Hûn mehkûmê serxwebûnê ne. Divê hûn pişta xwe nedin hêzek mezintir ku we biparêze. Dîsa ji ber vê yekê ez difikirim ku mafê we heye ku hûn vê lîztika jeopolîtîk ya bi guman red bikin. Divê hûn guh nedin gotinên ku dibêjin hûn xizmeta berjewendîyên Rûsyayê, Îslamê yan jî ji kesekî din re dikin. Na, mafê we heye ku hûn ji bo jîyana xwe her tiştî bikin.Hûn ne deyndarê tu kesî ne”.

Zîzek di dawîya hevpeyvînê de bal kişand ser wê yekê ku ew dixwaze serdana Kurdistanê bike.

 

Back to top button