Dosya

Di bin serperiştiya hikûmeta Kurdistanê de PKKê êxsîrên tirk azad kirin

Li başurê Kurdıstanê li qontara çiyayê Metînî, duhî, di bin serperiştiya hikûmeta herêma Kurdistanê de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 8 êxsîrên tirkî azad kirin û teslîmî qaymeqamê Amêdiyê, rêvebirê polîsên Amêdiyê, şandeya hevbeşa BDP û nûnerê rêxistina mafê mirovî li Tirkiyeyê kirin.

Li dor vê yekê qaymeqamê Amêdiyê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

Hikûmeta herêma Kurdistanê heta nuha ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê roleke baş lîstiye.  Em hertim bi aşitiyê re ne û em îro van êxsîran  ji PKKê werdigirin û bo Tirkiyeyê bo nav kesûkarên wan dihinêrîn.

Nûnerê PKKê, şandeya hevbeşa BDPê û parlamenterên Tirkiyeyê, serokê rêxistina mafê mirovî li Tirkiyeyê ew rola hikûmeta herêma Kurdistnê di pirosesa azadkirina êxsîrên tirk de lîstî bilind nirxand.

Piştî PKKê êxsîrên tirk azad kirîn, bi serperiştiya hikûmeta herêma Kurdistanê gihandine deriyê Xabûr û bo Tirkiyeyê hinartin.

Back to top button