Kurd nikarin xwe bi rêve bibin!!! Lê Barzaniyan ev kirin

Piştî hilbijartina li tirkiyê û bakurê Kurdistanê, li tirkiyê qrîza aborê hebû û piştî hilbijartinan bêtir bû. Loma karbidestên tirkan ji bona xwe ji vê jî xelas bikin, dest avêtin kurdan û kurd jî tim ji bona tirkiyê ji hemî qrîz û nerehetiyan azad bike amade ne û amade bûn.

Bûbê Eser
Ji roja welatê me Kurdistana Şêrîn hatiye perçekirin û heta roja îro, em dibînin ku ji bilî dewletên dagirkerên Kurdistanê, Kurdan bi zanebûn û zîrekbûna xwe gelek welatên ewropî jî bi rêve birine an di meqamên herî bilind e rûniştine.
Bala xwe bidinê çi dema tirkiye ketiya tengasiyê, hûn bawer bikin sedî sed kurdan ew ji wê tengasiyê xilas kirine. Lê nikarin xwe û welatê xwe azad bikin.
Li dîrokê binêrin hûnê bibînin ku piştî hilweşandina dewleta Alî Osmanî bi serpereştiya Kemal Ataturkê wan û bi alîkariya, hin mezinên kurdan, axa û eşîretên kurdan komara tirkiyê hate damezrandin û piştî damezrandina wê jî çi anîna serê kurdan baş tê zanîn.
Piştî salên 1970 li bakurê Kurdistanê tevgerên welatparêzan li wir roj bi roj bilind, mezin û geş dibû. Xwendin û zanîn di nava kurdan de dihate belavkirin. Xwendina pirtûkan bi awayekî mirov nikare bibîne zêde bû bû. Helbet cihê xwendin lê hebe, li vir zanîn pêk tê û zanîn jî rê nade bindestiyê û neheqiyê. Niha jî eksê wê tê kirin…
Aha tam di virde dijmin li xwe hay bû ku heger weha here dê kurd xwe ji bindestê wan derxe, welatê xwe azad û mirovên xwe jî rehet bike. Loma ketin nava arşîvên xwe û dewleta Alî Osman ku bê wan çawa tevger û serîhildanên netew û kêm netewan têk biribûn, xwendin û dîtin…
Dema Tirkiye li ber têkçûnê û bakurê Kurdistanê jî li ber azadiya xwe bû ku karbidestên dewleta tirk yek ser dest avêt kurdan. Li ser navê Kurdan pkk avakirin û bi saya wê xwestin daxwaza xilaskirina her çar perçên kurdistanê pêk anîn.
Heger başûrê Kurdistanê nehatiba azad kirin, hûn bawer bikin wê îro rewşa 40 milyon kurdan jî weke brayên Asûrê û Suryaniyan ba.
Piştî hilbijartina li tirkiyê û bakurê Kurdistanê, li tirkiyê qrîza aborê hebû û piştî hilbijartinan bêtir bû. Loma karbidestên tirkan ji bona xwe ji vê jî xelas bikin, dest avêtin kurdan û kurd jî tim ji bona tirkiyê ji hemî qrîz û nerehetiyan azad bike amade ne û amade bûn.
Çi kirin tirkan?
Piştî hilbijartinê ji bona dinyê û kurdan weke her car bixapînin, wezîrê derve û yê aboriyê kirin Kurd(!). Belê kurd in, lê di xizmeta tirkiyê dene.
Ji bona vana jî weke kurd û li ser navê tirkan li parsê bigerin û bidin nişandan ku êdî tu astengî û nakokî di navbera tirk û kurdan de tune ye. Wê bêjin: “Aha binerin wezîrê derve û yê aborî ku kilîta welatekî ne, kurd in”. Werhasil çîrok dirêj e. lê ez ê kin lê bidim.
Weke min di serî de jî got, kurd xwe û ji welatê xwe pêve dikarin, herkesan û gelek welatan jî bi rêve bibin û di cihên herî bilind de cih bigirin.
Heger ne bi alîkarî û piştgiriya kurdan ba, hûn bawer bikin niha zûde komara tirk nemabû. Yên tim wê li ser nigan dihêlin kurd in.
Li parlemena swed binerin hûnê bibînin bê çiqas kurd têdene. Li parlemenên ewropiyan jî binerin wê bê dîtin ku bê çiqasî kurd di rêvebiriya wan de ne.
Niha jî li Hollandayê jineke Kurd bi navê Dilan Yeşilgöz û bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, bûye seroka partiyeke Hollandî. Ez wê bi dil û can pîroz dikim. Lê gelo çima heta niha yek jin nebûye û nabe seroka partiyeke Kurdistanî?
Ji ber ku hê ji civat û tevgerên siyasî li Kurdistanê civata Feodalî ye. Her çiqasî dinya modern jî bû be lê Kurd her di dema Feodalîzmê de dijîn.
Berê eşîr û axa hebûn û wan qet tehamula hev nedikirin, ji hev nexweşhal bûn û gelek caran jî li dij hev bûn. Vê yekê karê dijmin rehet dikir. Niha jî ji dêlva wan eşîr û axayan partî û rêxistinên me hene ew jî li dij hevin û ji bona nebin yek tim civînan jî dikin.
Kurdên dikarin bi zanebûn û zîrekbûna xwe gelek dewlet û partiyên Ewropiyan bi rêve bibin, gelo çima nikarin xwe ji koletiyê azad bikin???
Heta niha tenha Barzaniyan ev têk birine û ew bi xwe bûne rêvebirên welatê xwe ê azadkirî. Ji ber vê ye ku dagirkerên me aciz in û bi saya nokerên xwe dixwazin wir tune bikin. Lê wê tu caran bi sernekevin. Ji ber ku heta Barzanî hebin wê Kurdistan jî hebe…
Divê hemî kurd haydarbin ku niha lîstikên mezin li ser serê Barzaniyan û welatê azad tê lîstin. Lîstik hemî li gor daxwazên dagirkeran e û bi destê kurdan e.


