PolîtîkRojev

Cevdet Yilmaz: Em ê Diyarbekireke pir cuda ava bikin

Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz dibêje: “Ez hêvî dikim ku em ê Diyarbekireke pir cuda bi tûrîzm, bazirganî, pîşesazî, çandinî, veberhênan û hilberînê di her qadê de ava bikin. Ez hêvî dikim ku sedsala Tirkiyeyê jî bibe sedsala Diyarbekirê.”

Yilmaz di bernameya “Hevdîtinên Bajêr”y a ku ji teref Serokatiya AK Partiyê ya Diyarbekir ve hat tertîpkirin de diyar kir ku, Diyarbekir ji bo bazirganî, aborî û pêşketinê xwedî potansiyeleke mezin e. Xwedê Teala her cure xêr û bereket daye Diyarbekirê . Ger hûn bêjin potansiyela çandiniyê ya deşt, ger hûn bibêjin bazirganî, cihê wê li ser rêyên bazirganiyê ye. Nifûsa ciwan, potansiyela pîşesaziyê ya ku hûn lê digerin e.”

Berdewamiya axavtina xwe de Yilmaz da xûyakirin ku, AK Partiyê di demokrasiyê de rê li ber gelek tiştan vekir û astengiyên li ser nasnameya ji holê rakirin. Sistema wesayetê şkênand û Tirkiye normalîze kir.
Yilmiza got: Mixabin em tişta gelekî zû ji bîr dikin. Berê dema me tiştek bigota li derdoxwe dinêriya ,lê niha em bi azadî diaxivin. Pêdiviya Diyarbekirê bi xizmetguzariyê heye, ne pevçûn û şer îdeolojîk. Divê ciwanên xwe ji bo pêşerojê amade bikin. Van rêxistinên terorê gelek ciwanên me birin û îsraf kirin. Divê em van ciwanan di dibistanan de mezin bikin, wan bi teknolojiyê bidin nasîn, huner û çandê bigihînin hev. Çima divê ev ciwan biçin û bibin mexdûrên rêxistinên terorê? Ez di wê baweriyê de me ku eger em ji gelê Diyarbekir re baş rave bikin dê encamên pir cuda derkevin holê.”

Back to top button