Hikmeta “Yan Kurdistan Yan neman”

Dema ku kurd dinavbera jiyan û mirinê de duruşmeya “Yan Kurdistan Yan Neman” hate bilind kirin…

Hevdeng Faruk
Em di 77. salvegera damezrandina partiya xwe de dîsa bi dengekî mêrxas û bilind dibêjin “Yan Kurdistan yan neman.” Hîn jî hîkmeta vê hevoka watedar û pîroz di bîranîna PDK û Barzanî de zindî ye.
Di têkoşîna duh, îro û paşerojê ya PDK’ê de ev dirûşma gelekî xwedî wateyek e.Rêbertiya PDK’ê di demeke ku gelê Kurd di qonaxên herî dijwar ên di navbera jiyan û mirinê de bû,bi awayek hovane dihat bombebarankirin û di bin bombeyan de , dirûşma “Yan Kurdistan yan neman” bilind kir. Êrîşên herî hovane yên dagirkeran dihatan kirin, li himber Kurdan komkujî dihata kirin, Kurd di bin tehdîta qirkirin û tûnekirina etniqî de bûn.
Di wê qonaxa girîng de Yan Kurdistan yan neman di bin siya têkoşîn û rêbertiya nemir Barzanî de dirûşma bi bandor bû,Ev duruşma pîroz ji bo qurbanîdana bi hezaran kurên gelê Kurdistanê û herweha ji bo rizgariya neteweyekî gelekî girîn bû..
Di rastiyê de ya ku îro hatiye bidestxistin, encama dirûşma fedakar a lehengên Kurd û Partî ye, ku piraniya wan bûne qurbanî û canê xwe dane Kurdistanê. Hin ji van têkoşeran hîn sax in û me rêve dibin û dersa “Yan Kurdistan yan neman” didin me. Ji bo ku pêvajoya têkoşînê û ala Kurdistanê bilind bibe.
Niha ku Kurd bûne xwedî yekitiya xwe ya siyasî, desthilatdarî û xaka xwe ya azad, ev berhema têkoşînê ye bi saya dirûşma mezin a ku ji gelek nifşan re hatiye perwerdekirin û hîn jî ji bo me Ya Kurdistan yan neman di rojevê de ye.


