
Kompanya DNO a Norvecî daxûyaniyek belavkir û dibêje ku, li herêma Kurdistanê dest karê berhemînana petrolê kirine ûlê ji bo aloziya di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de petrol kêmtir tê firotin.
DNO ya Norwêcî da zanîn, beşek ji hilberîna wê ji devera Tawkiye ye û ji meha borî dest pê kiriye bi bihayên kêmtir ji bo kompanyayên navxweyî tê firotan.
Da zanîn jî, ew rojane 40 hezar bermîlên petrol ji kêlgeha Tawkiye berhem tîne û beşek ji wê bi rêya tankeran difroşe kompanyayên navxweyî.
Rêvebirê DNO Bîjen Rehmanî got, her çend e ti hêviyek dubare destpêkirina hinardekirina petrolê bi boriyan nemaye, ew petrolê bi tankeran vediguhêzin.
Kompanyaya petrolê ya DNO ya Norwêcî piştî 4 mehan ji rawestanê, dîsa dest bi hilberandina li kêlgeha petrolê ya Tawkiye kir û niha rojane 40 hezar bermîl petrol berhem tîne.


