
Li Almanyayê lijneya wezîran pêşnûmeya qanûna yasayîkirina qismî ya esrarê qebûl kir. Li gor pêşnûmeyê, kesên ji 18 salî mezintir wê karibin 25 gram esrarê bi kar bînin û dikarin 3 şitilên koka esrarê li malê biçînin.
Li Almanyayê, hikûmeta federal gava yekem ji bo qanûnîkirina qismî ya esrarê avêt.
Encumena Wezîran, roja Çarşemê li Berlînê civîya, pêşnûmeya ku ji hêla Wezîrê Tenduristîyê Karl Lauterbach ve hatibû amadekirin pejirand û destûr da mezinan ku di astek sînorkirî de esrarê bikşînin û biçînin.
Wezîrê Partîya Sosyal Demokrat (SPD) Lauterbach, diyar kir ku bi pêkanîna pêşnûmeya qanûnê re wê di polîtîka tiryakê ya Almanyayê de guhertinek girîng bê kirin. Lauterbach, destnîşan kir ku li welêt tevî lêgerîna siyasî ya ji bo çareserîyan serfkirin û bikaranîna esrarê zêde dibe.
Lauterbach diyar kir ku di encamê de sûcên narkotîkê zêde dibin û got: “Tiryakên ku li bazara reş tên firotin ji ber tevlihevîyên bê kontrol xetertir bûne. Ev pirsgirêk bi “qanûnîkirina bi kontrol” dikarin bên çareserkirin”.
Li gor pêşnûmeyê kesên ji 18 salî mezintir wê karibin 25 gram esrar bikşînin û bi kar bînin. Ji bo bidestxistina esrarê, mirov dikarin li malên xwe heta sê şitilên esrarê mezin bikin.


