
Parlamentera Partîya Çep a Alman Gokay Akbulut, ku li Antalyayê demek kin hat binçavkirin, diyar kir ku li gor “biryar û biryarnameyên şexsî” fermanek heye û hikûmet serî li tedbîrên “neqanûnî” dide.
Parlamentera Partîya Çep a Alman Gokay Akbulut, ku di destpêka vê mehê de li Antalyayê piştî demekê hat binçavkirin, di hevpeyvîna bi(DW) re got: “Bi salan e li Tirkîyê hiqûq tuneye”. Akbulut, di 3ê Tebaxê de bi hinceta “propaganda rêxistina terorê kiriye” li Balafirgeha Antalyayê hatibû binçavkirin.
Nûçeya ku Akbulut hatiye binçavkirin 10 roj piştî bûyerê di çapemeniyê de cîh girt. Akbulut, ji DW re axivî û diyar kir ku li gor “biryar û biryarnameyên şexsî” fermanek heye û hikûmet serî li tedbîrên “neqanûnî” dide. Akbulut, destnîşan kir ku Tirkîyeya ku gav bi gav desthilatdarîya serokkomar lê zêde dibe êdî ne dewletek hiqûqê ye.
Akbulut, anî zimên ku piştî serbestberdana xwe ji ber ewlehîyê nekarî biçe otêlê û ne jî li cihekî din û got: “Ji bo bi lez ji Tirkîyê derkevim roja din ez çûye girava Samosê ya Yewnanîstanê”.
“Bê tedarik neçin Tirkîyê” Piştî ku hat eşkerakirin Akbulut li Antalyayê hatiye binçavkirin, Cemîyeta Rojnamegerên Alman (DJV) hişyarî da rojnamevanan ku ji bo kar û barên şexsî neçin Tirkîyê.
Serokê DJV û rojnamevan Frank Ûberall got: “Ev bûyera dawî carek din nîşan da ku otokrasîya Erdogan rexnegirên xwe wek ‘dijminên dewletê’ dibîne”.
Akbulut tev li hişyarîya DJV bû û got ku kesên dixwazin biçin Tirkîyê divê “birastî jî baldar û ji xwe haydar bin. Divê teqez bê amadekarî û bê tedarik nekevin Tirkîyê”.


