Kultur

Hûnêrmendê mezin M.Şêxo

 Hunermend Mihemed Şêxo ku bandoreke mezin li ser muzîka Kurdî çêkir û hesreta xwe ya dîtina Kurdistaneke azad bi gotinên, “Gava ez mirim gelî zindiyan, min neveşêrin weku hemiya, gora min çêkin li bin siya çiya, hemî Adaran hûnê min şiyar kin, da bikime şênî bo me hemiya” dianî ziman, wê sibe bê bibîranîn. Ev hesreta Mihemed Şêxo îro bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk tê û ew bixwe jî di xebatên hunerê de tê jiyadin.

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo, di 24-mîn salvegera mirina xwe de tê bibîranîn. Hunermendê ku gelek êş kişandin û ligel van êşên xwe êş û kederên welatê xwe, herwiha hesreta xwe ya welatekî azad di stranên xwe de anîn ziman, îro di şoreşa Rojava de tê jiyandin. Mihemed Şêxo ku di dilê hemû Kurdan de cihê xwe girt, di sala 1948-an de li gundê Gîrbanîn ê girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dine.

Navê wî yê rastî Mihemed Salihê Şêxmûsê Ehmed e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Di sala 1959-an de dest bi xwendinê dike, lê di sala 1967-an de, ji ber sedemên aborî û êşa çavên xwe dest ji xwendinê berdide. Şêxo di nav xwîşk û birayên xwe de yê herî mezin bû, lewre bi bavê xwe re, di nav zeviyên pembo û baxçeyan de kar dikir. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike û dibin bandora wan de dimîne. Di sala 1969-ê de dest bi dengbêjiyê kir û bi dengbêjan re tevlî şevbihurkan dibe.

Mihemed Şêxo ku gelek dibin bandora dengbêjî û folklore Kurdî de dimîne, wê piştre ev nêzîkahiya xwe bi van gotinan bianiya ziman: “Hunermendê ku kevneşopiya folklor û dengbêjên welatê xwe ji xwe re neke hîm û ji wan bingeh nestîne, nikare hunereke temendirêj û dîrokî pêşkêşî gelê xwe bike.”

Çûna Lûbnanê

Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnanê Beyrudê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsiddîn, Wedî’ Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê girtin û demekê di nava koma muzîkê ya bi nave Serkeft de cîh digire.

Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û bi çend hevalên xwe re komek mozîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.

Çûna Başûrê Kurdistanê

Mihemed Şêxo ji ber guşarên rejîmê di dawiya sala 1972-an de diçe Başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi nave “Baxçê Gula” li vir çêdike. Mihemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin. Di sala 1973-an de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne. Li vir di serî de “Gewrê” zêdeyî 10 sitranan tomar dike.

Êdî dengê hunermendê Kurd, di radyoya Dengê Kurdistan, Bexda û Kirmanşahê de li çar perçeyên Kurdistanê dihat guhdarkirin. Di sala 1974-an de bi hunermendên Kurd ên bi navûdeng Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî têkiliyan datîne. Di van salan de (1975) bandorê ji serhildana Kurdan a bi pêşengiya Mela Mistafa Barzanî digire û çend stranan dibêje.

Çûna Rojhilatê Kurdistanê

Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana Kurdan, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û pişti demekê li kampa penaberan dimîne, li Mahabadê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabadê li ser şopa Qazî Mihemed û Simko xebatan dimeşîne, lewra piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.

Hunermend Şêxo ku di 1983-an de vedigere Qamişlo, di sala 1987-an de, tomargehekê vedike, lê rejîmê alavên wî hemû desteser dike. Şêxo li Qamişlo li navendeke hunerî zarok û xortan fêrî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî stranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike. Şêxo di 9-ê Adara sala 1989-an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiribû, ji aliyê nêzîka 70 hezar kesî ve oxirî rêça dawî hat kirin.

Bandora Mihemed Şêxo li ser muzîka Kurdî

Mihemed Şêxo ku di heman demê ji bo doza Kurdayetiyê jî têdikoşiya, zêdeyî 110 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin. Bi stran, stîl û awazên xwe bandoreke mezin li mûzîka Kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên Kurd ve hatin şirovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, jiyan û hunera gelê Kurd dewlemend kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Çend stranên wî yên herî binav û deng evna ne: “Ay lê Gulê, Ay Gewrê, Sînem, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Nalinêk.’’

 

Daxwaza wî tê bicîhanîn

Hunermendê ku hesreta wî dîtina Kurdistaneke azad bû, ev hesreta xwe bi van gotinan anîbû ziman:

Gava ez mirim gelî zindiya

Min neveşêrin weku hemiya

Gora min çêkin li bin siya çiya

Kêlên min çekin ji du keziyan

Hemî Adaran hûnê min şiyar kin

Da bikime şênî bo me hemiya

Ev gotinên hunermendê navdar, li ser kêla gora wî jî hatine nivîsandin.

Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê re, di warê hunerê de jî, bi danahevên demên borî gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van danahevan jî ked û berhemên hunermendê nemir Mihemed Şêxo ne. Lewre jî, bi armanca xwedîderketina li berhem û jiyandina bîranîna wî, li Qamişlo bi navê “Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo” navenda çandê hatiye vekirin. Li vê navendê hemû stranên Şêxo hatine komkirin. Navenda çandê armanc dike ku di serî de amûrên muzîkê hemû berhem û tiştên aydî Şêxo kom bike û li navendê liser navê wî muzeyekê veke. Herwiha bi tevlîbûna Yekîtiya Hunermendan xebatên koroyeke ku ji 65 kesan pêk tê û wê tenê stranên Mihemed Şêxo bêje, tên meşandin.

‘Êmê wî bidin jiyandin’

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Gulbahar Mihemed, destnîşan kir ku Mihemed Şêxo ji bo hunera Kurdî gelek tişt kirine, stîlek afirandiye û ew dixwazin vana bidin jiyandin, lewre jî li ser nave wî navenda çandê vekirine. Gulbahar, got ku Şêxo di heman demê te şervanekî azadiyê bûye û wiha wiha pêde çû: “Evna jî bi stranên xwe anîne ziman. Di starên xwe de êş, keder û hesreta xwe tîne ziman. Niha şoreş pêk tê û daxwaza wî bicîh tê. Em dixwazin bi vê yekê wî bidin jiyandin û zindî bikin.”

Mirovekî gelekî dilnizim bû

Birayê Mihemed Şêxo, Hecî Hemîd Şêxo jî diyar kir ku birayê wî kesekî dilnizm bû, bi zarokan re zarok, bi mezin re jî mezin bû û ji aliyê hemû kesî ve gelekî dihat hezkirin. Hemîd Şêxo, anî ziman ku Şêxo tu caran ji bo şexsê xwe tiştek ne fikiriye, azadî hesreta wî bû û got: “Niha şoreşek heye. Ger niha Şêxo bijiya, xwedê dizane ka wê çiqas kêfxweş bûya.” Hemîd Şêxo xebatên ku li ser navê Mihemed Şêxo tên meşandin jî pir girîng dîtin û anî ziman ku niha wekî malbatê cihekê wan di nava civakê de hebe jî, ev bi saya Mihemed Şêxo ye. Hemîd Şêxo, xwest ku hunermend ji bo bîranîna Mihemed Şêxo xebatek hê kûr û berfirehtir bimeşînin. Hemîd, got ku ew dixwazin di pêşerojê de hemû tiştên Mihemed Şêxo kom bikin.

Sibe tê bibîranîn

Bi minasebeta salvegera mirina Şêxo, wê sibe bernameya bîranînê bê lidarxistin. Bername wê saet di 11.00-an de bi serdana gora Şêxo destpê bike. Piştre wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bernameya bîranînê bê lidarxistin. Di bernameyê de wê li ser jiyana Şêxo sînevîzyonek bê pêşandan û koroyek ku ji 20 kesan pêk tê, stranên Şêxo bêje.

Dildar Aryen/BAS

 

Back to top button