Heyetek ji parlementerên CHPê serdana Suriye kirin û li gel serokê rejima Suriye Bişar Esad hevdîtinek  pêkanîn.

Heyeta CHPê ji parlementerê Entabê Ali Serindag, parlementerê Mersinê Aytug Atici, parlementerên Antakya Refik Eryilmaz û Mehmet Ali Edipoglu pêkdihat.

Parlementerên CHPê hevdîtina ku li gel Bişar Esad  kirîn de dijî siyaseta hukumeta Tirkiye ya Suriye sekinîn.

Parlementerên CHPê û Bişar Esad

 

Esad di derbarê hinek mijarên balkêş de, dîtinên xwe ji heyeta CHPê re dan xuyakirin.

Esad got:

–    Tixûbê Suriye yê li gel Tirkiye heyî, ji % 75 di destê rêxistina El Qîde û ji % 25 destê PKKê de ye.

–    Li herêmê şansek mezin ji bo avakirina dewletek Kurdî peyda bûye. Kurdên li Bakurê Suriye û Kurdên Iraqê gihane hev. Her gave mimkine dewleta Kurdî bê damezirandin.

–    Ez bixwazim jî nikarim ji dev desthilatdariyê berdim. Ji xwe miletê min li gel min e.

–    Ez serbikevim Erdogan winda dike.

–    Li Tirkiye ji bo çareserkirina pirsa kurd pirsa olî kar tîne. Dixwaze oldaran bide aliyê xwe. Hukumet dibêje hun Kurdin û Em Tirkin îslamiyet me digihînê hev.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: