Hilbijartinên Kerkûkê û Kurd

Çima aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ti hevpeymaniyek ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku di Kanûna 2023an de tê lidarxistin, pêk neanîn?
Ji bo ku Kerkûk dilê Kurdistanê vegerînin Kurdistanê divê Kurd tifaqeke Kurdistanî pêk bînin.
Lê belê ji ber hin aliyên xiyanetkar û siyasetên wan ya şaş û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li pêşiya avakirina tifaqek kurdistanî astengiyn dirust dikin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku, yekane partiya Kurdistanê ye piştevaniya pêkanîna hevpeymaniyeke rasteqîne dike da ku dengên Kurdan neyên windakirin, digel ragihandina hevpeymaniya Kurdistanî li Kerkûkê û herêma maddeya 140ê ye.
Di 16ê Cotmeha 2017ê de, Kerkûk û xaka Kurdistanê bi alîkariya aliyeke Kurdistanî ji bo dagîrkirina Kerkûk û navçeyên maddeya 140 ê, bo hêzên Iraqî û milîsên ser bi Îranê ve hatin firotin.
PDKê parastina ax û milkê gelê Kurdistanê kir û nehişt ku êrişên Heşda Şeibî û hêzên wan derbasî Herêma Kurdistanê bibin. PDKê hertim ji bo parastina mafên gelê Kurd destpêşxeriya xwe girtiye û di danûstandinên li gel Bexdayê de parastina deverên maddeya 140 xistiye ber çavên aliyên siyasî yên Iraqê.
Lê her rêkeftinek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, çi siyasî û darayî be, çi ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurd be, çend aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê dê rêkeftinên bi dizî û veşartî ligel li dijî wan rêkeftinan derdikevin. Hinek partî li Iraqê siyasetê dikin ku zirarê bidin statuya Herêma Kurdistanê û nehêlin gelê kurd bigihê mafên xwe.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) partiyeke xwedî îradeyeke gelek bilind, serkirdeyekî bihêz û xwedî dîrokeke dirêj e.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ti carî posta serokatiya encûmena parêzgeha Kerkûkê di destê wê partiyê ku ev çend sal in xiyanet li gel û welatê xwe kiriye, nahêle.
Nêrîn/Şirove
Omer Tovî


