PolîtîkRojev

Esed: Ez bi şert û mercên Erdogan hevdîtinê nakim

 

Serokê Sûrîyê Beşar Esad ji Sky News Arabia re axivî û got: “Hevdîtin di şert û mercên ku Erdogan pêşkêş kiriye de pêk nayê”.

Serokê Sûrîyê Beşar Esed, di derbarê hevdîtina xwe ya muhtemel a bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re daxuyanî da.

Esad ji Sky News Arabia re axivî û got: “Hevdîtin di şertên ku Erdogan pêşkêş dike de pêk nayê”. 

Erdogan di daxuyanîya xwe ya çend rojên borî de gotibû ku ew ji hevdîtinek muhtemel re “ne girtî” ye. Erdogan gotibû, “Hûn dizanin, em ne di rewşekê de ne ku em derî li Sûrîyê bigrin, derî vekirî ye” û wiha gotibû: “Hûn bibînin. Ev nêzîkatîya wan li hemberî me ye. Niha li Sûrîyê mixabin Esed dixwaze ku Tirkîye ji Bakurê Sûrîyê derkeve. Ev yek nabe. Ji ber ku em li wir şerê terorê dikin. Dema ku ev terorîst li ser sînorên me ne emê çawa derkevin?. Gelo li welatên cuda heman îfadeyê bikar tîne? Ji ber vê yekê em li nêzîkatîyek adil digerin. Heta ku nêzîkatîyek adil hebe emê hemû pirsgirêkan çareser bikin”. 

Ji alîyê din ve Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mîkdad tekez kir ku, hevdîtina Esed û Erdogan temamî bi vekişîna Tirkîyê ve girêdayî ye. Heya ku Tirkîye axa Sûrîyê dagîr bike, têkilîyên bi Enqereyê re normal nabin.

 

Back to top button