
Li Hewlêrê di bin çavderiya Serokê Herma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî de, Konferansa Salvegera Jenosîda Êzidiyan a bi diruşma (Ber Bi Dahatûyeke Berdewam a Aram ji Êzidiyan re) hate li darxistin.
Nûnera Netewên Yekgirtî Plasschaert axavtinek kir û wiha got: “Nabe karesatên ku hatine serê Êzidiyan careke din dubare bibin, lewma divê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin.”
Nûnera Netewên Yekgirtî tekezî li ser pêwîstiya vegera koçberan bo malên xwe li Şingalê kir û herwiha tekezî li ser hevkariya hemû aliyan di proseya asayîkirina rewşa navçeyê de kir.
Plasschaert bang li Hikumeta Federal kir ku kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan weke jenosîd bi nav bike û destnîşan kir ku divê Şingalê ji nû ve bê avedankirin, ewlehî û aramî li wir bê peydakirin û zemîneke guncaw ji bo vegera koçberan jî bê amadekirin.


