Wateya şermezarkirina Peymana Lozanê çiye?
Kurdên dewletxwaz dikarin bi gihandina statûyên Kurdistanî Lozanê di sedsaliya wê de bi temamî binax bikin.
Dara Bilek
Sed salên Peymana Lozanê derbas bûn. Başe Lpeymana Lozan ji bo Kurda çi bû? Îro Kurd dema Peymana Lozanê di sedsaliyê de wê de şermezar dikin, doza çi dikin? Ji bo aliyên siyasî şermezarkirina Peymana Lozanê de gerek armancek zelal hebe, yanî tişta ku peymana Lozanê di sedsaliya Peymanê de bi temamî ji holê rake dewletbûna Kurdaye. Kêmasî qonaxa ku em wek tevgera Kurd têre derbas dibin, parastina ramana dewletbûna Kurdaye. Wek din tu wateya şermezarkirina sedsaliya Peymana Lozanê tuneye û tenê dibe şovek siyasî û demikî.
Ji berî mirov behsa Peymana Lozanê bike gerek Peymana Sevrê baş bê têgihandin. Wek tê zanin; di Şerê Cîhanê yê yekemîn de Împaratoriya Osmanlî jî winda kir. Bi winda kirina Osmaniya ji bo guhertina statûya Kurdistanê jî bo wek destpêkekî. Hinek guhertinên erênî ji bo Kurda di rojevê de dihatin gotubûj kirin. Dewletên di şerê cîhanê yê yekemîn de hevpeyman dixwestin Împaratoriya Osmanê perçe bikin û di vê derbarê de hinek gav avêtin. Împaratoriya Oamaniya mecbûr bû Peymana Sevrê îmze kir. Peymana Sevrê di 10 Tebaxa sala 1920ê li bajarêekî ku 3 kilometreyî nêzikê paytextê Fransa a yê Parisê li Sevrê(Sêvres) ji aliyê dewletên Hevpeyman û Împaratoriya osmanî ve hate îmzekirin.
Bi peymana Sevrê hêviyek Kurdare ji bo dewletbûnê peyda bû.Di peymanê de Kurdistan wek Herêma Kurdistanê hate binavkirin. Maddeya 62-64 a peymanê de behsa statûya Kurdistanê hatiye kirin û ev yek jî rê li dewletbûna Kurda vedikira.
Peymana Sevrê de Herêma Kurdistan (Maddeya 62-64) : Dê li rojhilatê Firatê ji wilayetên Kurdan ji aliyê nûnêrên Fransa, Brîtanya ûItalyayê ve îdareyek xweser bê avakirin. Eger Kurd bixwazin, piştî salekî dikarin serî li Neteweyê Yekbûyê bidin daxwaza dewletek serbixwe bikin.
Nijadperestên Tirk wek Îtihat Terakî ketin di nava metirsiyek mezin de. Ji bo vê peymanê ji holê rakin dest kar û xebatê kirin.
LI Swisre bajarê Lozanê 20.11.1922ê Konferansek bi navê Aşitiyê civiya. Vê carê Împaratoriya Osmanlî têkçûye û Mustafa kemal û hevalên xwe Parlementoyek avakirine û paytext kirine Enqere û bi navê Cumhuriyeta Tirkiye tevdigerin. Tirka hewldida ku maddeyên Peymana Sevrê ji holê rakin .
Bê guman di vê qonaxê de, taybetî Pêwendiyên Şêx mehmud , Brîtanya û Tirkiye gerek baş bê zanîn û şaşiyên ku hatîn kirin bê tê gihandin. Pirsa ku, Brîtanya ji bo çi li Sevrê pişgiriya satûya Kurdistanê kirin û di Lozanê de ji binî behsa Kurda nekirin. Gerek ev yek bibe babetek taybet yê lêkolîn û nirxandina.
Kurtahî di Lozanê de Kurd tunebûn. Piştî têkçûna Osmaniya vêcarê Kurd di nava Iraq,Tirkiye û Suri de parçebûn. Beşek di bin desthilata Îranê de bû. Hêviya dewletbûna Kurda li Lozanê têkçû. Piştî Lozanê serhildanên Kurda hemû bi hovîtî hatin têkbirin. Di dîrokê de pêvajoyek nû ji bu Kurda û rewşa herêmê destpêkir.
Yek tişt heye ku bikaribe Peymana Lozanê têkbibe, ew jî bi awayekî Kurd bi navê Kurdistanê bibin xwedî statûyekî fermî di herêmê de. Ragihandina Cumhuriyeta mahabad a Kurdistanê hewldana şkênandina Lozanê bû. 11 Adara 1970ê li hevhatina li gel hukumeta Iraqê û ragihandina otonomiyê şkênandina Lozanê bû. Di qonaxa ku em têre derbas dibin, heyîna herêma Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bi awayekî têkbirina Peymana Lozanê ye. Referanduma li başûrê Kurdistanê pêkhatî bi temamî hewldaneke têkbirina peymana Lozanê bû.
Li vê derê pirs ewe ku, Kurdên dewletxwaz dikarin bi gihandina statûyên Kurdistanî Lozanê di sedsaliya wê de bi temamî binax bikin. Kesên dewletbûna Kurda naxwazin û vekirî li dijê dewletbûna Kurda siyaseta diafirînin û vekirî avakirina dewletek Kurdistanî red dikin, di eslê xwe de bi awayekî Lozanê diparêzin.
Li başûrê Kurdistanê heyîna statûya bi navê Kurdistanê desteftiyek a herî berbiçav a Kurdane. Vê statû yê Lozan têkbir. Ew roja ku serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin ji bo Kurda bi temamî binaxkirina Peymana Lozanê ye.
24.7.2023