Polîtîk

Hevdîtin ber bi kû ve diçe?

Protokola  hevdîtina di navbera Abdullah Ocalan û Heyeta BDPê de hatî nivîsandin eşkere bû. Belkî ne hemî naveroka vê protokolê hatiye eşkere kirin lê piraniya vê hevdîtinê bi awayek ne fermî  bi dizî hat eşkere kirin.

Piştî ev protokol eşkere bû. Tişta herî dihat gotubêj kirin, gelo kî ev protokol bi dizî gihand medyayê. Hineka gotin ev ji BDPê derketiye û heta navê parlementerê BDPê Altan Tan hate gotin. Ji ber ku ev Protokol ji aliyê rojnemevan Namik Durukan ve hate eşkere kirin û Durukan ji berî hevdîtinê eşkere bike hevdîtinek dirêj li gel Altan Tan kiriye.

Lê dibê ku MITê jî ev protokol bi rêyekî dabê medyayê. Ji ber ku li Tirkiye hêjî dewleta kûr dezgehên tarî new ek berê bin jî xwedî desthilatin.

Niha gelek vekirî eşkere kirina vê protokolê bi vî awayî dikare astengan di rêya hevdîtinan de peyda bike.

Li Ser vê yekê serokwezîrê Tirkiye Erdogan daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku, ew rênadin ku bi tu awayan asteng di rêya vê pêvajoyê de çêbibe. Erdogan medya ku ev eşkere kirî bi tundî rexne kir. Lê Gazinda Erdogan ya herî mezin jî parlementerên BDPê bû. Erdogan digot BTP gelek daxuyaniyan di ne cihê xwe de didin.

Ji xwe hevdîtina di nava heyeta BDPê û Ocalan de hatî kirin di bin çavderiya berpirsek yê MITê de pêkhatiye. Herweha ihtimalek mezin di hevdîtina heyeta BDP ya serdana Qendîlê jî kiîn û civîna li gel Karayilan û berpirsên din yên PKKê de pêkanîn berpirsek yê MITê cardin amade bibe heye.

Naveroka hevdîtina de Ocalan gelek tiştan dibêje. Lê li ser pirsa Sirri Sureya behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê dike û dijê siyaseta Serokê Kurdistanê li Rojhilata Kurdistanê hinek gotinan dibêje. Di bingehê xwe de gotinên Ocalan siyaseta PKKê ye.

Yanî dîtina Ocalan û PKKê di derbarê siyaseta barzanî û PDKê de ne tiştek nû ye. Herweha  pêvajoya Erbîlê bû pêvajoya Silêmaniyê. Evy ek jî babeteke ku divê bi serê xwe bête nirxandin.

Nûçe: RojevaKurd/D.J.

Back to top button