Çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê ye
Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê Stephen Beecroft û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li hewlêrê jî têde beşdarbû, pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya Îraqê û deverê hate nirxandin û behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê careke din helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo çareser kirina kêşe û qirîza heyî ya li Îraqê raber kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê hertim piştgîriya çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalgo û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de kiriye û ev helwesta Hikûmeta Kurdistanê helwesteke negore.
Li hember de jî Konsulusê Amerîkayê piştgîriya welatê xwe bo hewldanên Hikûmeta Kurdistanê yên ji bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî diyar kir û ev hewldanên han bi girîng wesif kir.
Di beşeke din ya vê civîna han de behsa egera serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdayê a bi mebesta çareser kirina kêşeyên heyî jî hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe kêşeyên heyî werin çareserkirin.