CîhanRojev

Li Îranê di 6 mehên dawî de herî kêm 354 kes hatine îdamkirin

 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di meha Hezîranê de herî kêm 52, di 6 mehên dawî de jî herî kêm 354 kes ji alîyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ku navenda wê li Norwêcê ye, ragihand ku di meha Hezîranê de herî kêm 52 kes hatine îdamkirin.  Li gor daneyên rêxistinê ku di 6 mehên dawî de herî kêm 354 kes hatine îdamkirin; di meha Hezîranê de herî kêm 14 Belûc û 5 girtîyên Kurd hatin îdamkirin.

 Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di meha Gulanê de 142 kes hatine înfazkirin, di meha Hezîranê de înfaz ji sedî 63 kêm bûne. Di raporê de daxuyanîya Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Amirî Mûxaddam jî cîh girt.

Amirî-Mogheddam daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bêdengîya xwe bişkînin, li hember kujtinên dewletê helwestê nîşan bidin û hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina jiyana kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, bikin.

 

Back to top button