Polîtîk

Serdana serok Barzanî jı bo kirîna çek nebû

Serokatiya herêma Kutdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ew nûçe ku, qaşo serdana serokê herêma Kurdfistanê bo Rusiyayê ji bona kirîna çek bû, red dike.

Umêd Sebah berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê di daxuaniyekê de dibêje:

– Hindek kanalên mediyayê nûçeyek weşandiye ku, serdana serokê herêma Kurdistanê bo Rusiyayê ji bona kirîn açek bû, vê nûçeyê tu esil û esas jê re nîne. Serdana serok Barzanî bo Rusiyayê bi vexwandinek fermî bû û ji bona ber bi pêşvebirina têkeliyên siyasî û aborî yên navbera Rusiya û herêma Kurdistanê û behiskirina rewşa İraqê û hermî bı gışti bû.

Pirsa kirîna çekî ji Rusiyayê ji aliyê herêma Kurdistanê ve di acendeya serdana serok Barzanî de nebû û ew pirs di tu civîn û hevdîtinên  fermî de nehatiye behis kirin. Yaku di mediyayê de hatiye behis kirin bi tenê bersiva pirseke rojnamevanekî bû ku, ji serok Barzanî pirsîye gelo hûn dê çekî ji Rusiyayê bikirin? Serok Barzanî jî di bersivê de pirs kiriye ma gelo dê Rusiya çekî bifroşe herêma Kurdistanê? Eger bersiva Rusiyayê erê be herêma Kurdistanê jî pêşwaziyê lê dike.


 

Back to top button