CîhanRojev

Li Iraqê ji ber kêmbûna avê bi milyonan masî mirin

 

Çavdêrîya Kesk a Iraqê ragihand ku li bajarê Mîsanê ji ber nêzîkatîya bêhesasiyeta Walîyê Mîsan û kêmbûna avê bi milyonan masî mirine.

 Li Iraqê, ji girtina çemên Dîcle û Firatê ji aliyê Tirkîyê ve û kêmbûna rêjeya baranê, bi salan e li Iraqê ziwabûn heye. Krîza avê ya li Iraqê berdewam bû, Tirkîyê ava ku ji çemên Dîcle û Firatê diherike li ser Iraqê girt û li dijî Iraqê kir amûrek.

Li gelek deverên Iraqê ji ber kêmbûna avê çandinî û sewalkarî kêm dibe. Di derbarê mijarê de Rewangeha Kesk a Iraqê ragihand ku li bajarokê Mecar ê parêzgeha Mîsan bi milyonan masî mirine.

 Di berdewamîya daxuyanîyê de hat gotin ku hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî li ser pirsgirêka avê ranewestiyaye û ji bo çareserîyê bi welatên cîran re ti hewlên peywendîyê nekiriye.

 

Back to top button