CivakRojev

Em şewitandina Qurana pîroz bi tundî şermezar dikin

Serok Barzanî bi tundî kiryara şewitandina Qurana pîroz dike û di peyamekê de diyar dike, kiryara nerawa ya şewitandina Qurana pîroz bi ti awayekî naçe çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hêcetek hilnagire.

Serok Barzanî ji bo bûyera şewitandina Quranê li welatê Swed peyamek ragihand.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Kirdara nerawa ya şewitandina Qurana pîroz bi ti awayekî naçe çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hêcetek hilnagire. Eve birîndarkirina hest û soza hemû misilmanên cîhanê ye û em gelek bi tundî şermezar dikin.

Ev cûre kirdar dijî giyanê tebayî û pêkvejiyanê ye û xizmeta gotara tarîtî û belavkirina riq û kînê dike û li ser hemû aliyek pêwîst e rêgiriyê lê bikin.

Mesûd Barzanî

29ê Hezîrana 2023an

Balkêş e ?
Close
Back to top button