CîhanRojev

Serokomar Erdogan bi telefonê peywendiyê bi Serok Nêçîrvan Barzanî kir

Bi minasebeta cejna Qurbanê, birêz Receb Tayip Erdogan Serok Komarê Tirkiyê telefona birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di peywendiya telefonî da Serok Erdogan Cejna Qurbanê li Serok Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wî û gelê Kurdistanê ra xwest

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Serok Erdogan û pîrozbahiyên wî kir û cejn li wî û li gelê Tirkiyê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji bo wî û gelê Tirkiyê xwest.

Her du alî hêvî xwestin ku ev cejn bibe sedema xweşî û bexteweriya hemû aliyan û her du aliyan li ser geşepêdana hevkarî û peywendiyên Tirkiye digel Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi telefonê gotûbêj kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button