
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Berlînê ligel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Sholz civiya.
Di hevdîtinê de her du alî li ser peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, kêşeyên li pêşiya Iraqê û metirsiyên ku hatin gotûbêjkirin, danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Barzanî spasiya Parlementoya Almanyayê kir ku di warên leşkerî, aborî, mirovî û geşepêdanê de piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember asta têkeliyên navbera Almanya û Iraq û Herêma Kurdistanê û têgihiştin û rêkeftinên di navbera her du aliyan de nîşan da û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê jî sûdê jê werbigire. Di vê derbarê de hemû asankarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê bo sermayeguzarî û sermayeguzariyên kompaniyên Almanî û sektora taybet diyar kir.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran de li hêviya rol û piştevaniya zêdetir ya Almanyayê ne, bi taybetî ji bo derbaskirina kêşeyên li pêşiya Iraqê di warê cudakirina geşepêdana aborî û parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên guherîna avhewayê.
Ji aliyê xwe ve, birêz Olaf Scholz, Şêwirmendê Almaniyayê, spasiya serdana Serok Nêçîrvan Barzanî kir û ev yek weke derfeteke girîng ji bo danûstandina nêrînan li ser mijarên hevbeş nirxand. ji bo peywendiyên wê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya wan.
Herwiha tekez li ser berdewamiya piştevaniya Almanya bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina hevbeş di warên cuda de bi taybetî di warê aborî û enerjiyê de û di warên din de ji bo her du aliyan girîng nîşan da.
Pirsa koçber û penaberan, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne mijareke dinê vê hevdîtinê bûn .





