
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 19ê Hezîranê biryara bi jimareya 2546 ya Encûmena Wezîran îmze kir û pesend kir ku 2 zanîngehên din li Herêma Kurdistanê bên vekirin.
Li gor biryara ku ji alîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye îmzekirin, biryar hat dayîn li navçeya Akrê ya Duhokê û Kelar a Germiyan a ser bi Silêmanîyê du zanîngehên nû bên vekirin. Di biryarê de hat gotin ku “Em fermanê didin Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ku li gor hemû pêwîstîyên zanistî û yasayî yên di qanûn û talîmatan de, bi hemahengîya zanîngehên pêwendîdar, hemû pêwîstîyên van zanîngehan bi cîh bîne”.
Navenda Rêveberîya Germiyan ji sala 1992an ve li Kelarê ye, peymangehek teknîkî ya ser bi Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê ve ye ku navê wê bû Koleja Teknîkî. Fakulteya perwerdeyê ya girêdayî Zanîngeha Duhokê peymangehek teknîkî ya girêdayî Zanîngeha Polîteknîk a Duhokê li Akrê ye.


