
YNK û PKK bi rêya komên xwe yên siyasî bi fermî li Şengalê tifaqa xwe ragihandin.
Lîztik û provokasyonên li Şengalê berdewam in. Ji bo ku Şengal nekeve nav sînorên Herêma Kurdistanê û Kurdên Êzdî venegerin warê bav û kalên xwe, çi ji destê PKK û hevalbendên wê tê dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê re ev lîzstik û dek û dolab geştir û zêdetir bûne. Niha jî PKK û YNK li Şengalê bi fermî tifaqa xwe ragihandin û hewl didin ku bi vê tifaqê hem bandorê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin û hem jî bal û êrîşên dewleta Tirk zêdetir bikşînin ser vê herêmê. Ev yek herweha ji bo alozkirina rewşa Herêma Kurdistanê û serêşandina PDK provokasyonek e.
Li gor nûçeya di çapemenîya PKK de hatiye ragihandin, li Şengalê di navbera 7 komên ku tê îdîakirin Êzidî, Xiristiyan, Sunî, Şîe û Tirkmenan temsîl dikin, tifaqek hatiye avakirin. Li gor zanyariyan, her 7 grûbên ku PKK wek “nûnerên xelkê Şingalê” bi nav dike, grûbên YNK û PKKê ne. Ji ber vê yekê her du alîyan bi fermî hevpeymanîya xwe ragihandin.
Parlamenterê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî, li ser vê mijarê ji çapemenîyê re ragigand ku, hevpeymanîya PKK û YNK a li Şingalê ne yasayî ye, ji ber ku PKK di lîsteya terorê de ye û girêdayî welatekî derveyî Iraqê ye. Şerwan Duberdanî, her wiha got: “Ji ber ku Kurdên van herêman dixwazin deng û kursîyên xwe bi PKK re parve bikin, ji ber ku YNK bi vî rengî tevdigere, ev herêm berdêlên giran didin. Niha PKK û Heşdî Şeibî li ser vê yekê ye û komên xwe yên bi navên cuda ava kirine ku bikevin hilbijartinê”.
Şerwan Duberdanî wiha berdewam kir: “Tirkiye ji tifaqê nîgeran e û wê bertek nîşanî vê yekê bide. Ev yek wê ne di berjewendîya gelê Şengalê de be û wê bandorek neyînî bike. Ev yek wê zêdetir bibe sedema îzolekirina ji herêman Kurdistanê. Dibe ku ev tifaq di navbera Tirkiye û Iraqê de bibe sedema alozîyê. Serokokmarê Tirkîyê van rojan li Bexdayê ye. Yek ji mijarên ku tê axavtin PKK ye ku niha ji alîyê YNK ve tê destekkirin”.


