Dijitiya PDKê wek pênceşêra di laşê PKKê de ye!
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartin xilasbûn Erdogan ma ser desthilatê û hêja muxalefeta heyî pirsgirêkên xwe yên di navxwe de mijûlin. Ev çarenûsa hilbijartinan e, yên serdikevin projeyên xwe têxin rojevê û muxalefet jî sedeman ji binketina xwe ve digere û tvlihev dibe.
Ji berî hilbijartina hemû aliyên çepên tirkên Kemalist, gelek kurdên xeta netewî de cih digirtin rexne dikiran û di kesayeta xeta netewî û Kurdistanî de jî,dijitiyek mezin û antî propagandeya Barzaniyan û PDKê dikiran. PKK / HDPê jî wek berdevkê çepên Kemalist dijminatiya Barzaniyan û PDKê dikira û bi hemû hêza xwe dijê Barzaniyan û PDKê nûçeyên derew belav dikiran.
Hilbijartin xilasbûn hêja çepên tirkên Kemalist û PKK/HDP/PÇK dijitiya PDKê dikin û ji binketina xwe re li sedeman digerin û herweha siyaseta PDKê dikin sedemê binketina xwe.
Partiyên ku, li bakurê Kurdistanê xwe li ser xeta netewî û Kurdistanî didin xûyakirin, berdewam li himber şerê PKK/HDPê li dijî PDKê bê dengin. Dixweyê bi awayekî ev yek li hesabê wan jî tê. Her demî di gotarên xwe de , destekeftiyên başûrê Kurdistanê diparêzin û lê xwedî derdikevin. Lê ev çi kerameta li himber êrîşên PKKê li dijê destkeftiyên başûrê Kurdistanê bê dengin. Dema behs dibe PKK kerr û lalin.
Ji berî çend roja cardin di rojnameyek a çepên tirkan de, nivîsek li dijê PDKê hate nivîsandin. Rojname Birgûnê de, Huseyin Şimşek di derbarê pêwendiyên hukumeta herêma Kurdistanê û Tirkye de û herweha di derbarê serdana serokê hukumeta Kurdistanê Mesrûr barzani ya Tirkiy pirsekî ji parlementerê PÇK ê batmanê Keskin Bayindir dike. Bayindir wek robetek ku hatî eyarkirin di cihde dibêje: Em li himber projeyekî ne ku di kûrahiya dewletê de tê amade kirin. Û berdewam dike û dibêje:
”Dixwazin tevgera siyasî ya Kurd li herêmê tasfiye bikin û pêkhateyek ji Barzanî û PDK’ê ava bikin. Hişmendiyek stratejîk li ser kar e. Mesele ne tenê hilbijartinan e. Hilbijartin gava yekem bû. Em dizanin ku ji bo hilbijartina herêmî jî xebateke hevpar heye. Difikirîn ku dikarin li herêmê polîtîkayeke nû ya kurdan biafirînin. Yê ku bikar bînin, ew ê ti carî biser nekeve. Welatî hêdî hêdî dibînin ku HÜDAPAR û KDP ku rabirdûya wan a qirêj ji aliyê her kesî ve tê zanîn, çawa bûne aktorekî nû. Li hemberî van pêkhateyên ku hemû derfetên dewletê bi kar tînin gelê me li kêleka me ye. Em van hewldanên pûç bêwate dibînin. Di hilbijartinên herêmî de ev rewş nayê guhertin.”
Niha gelek tiştek zêde tuneye ku, mirov ji bo vê zihniyeta zingargirtî bêje. Bayindir gotinekî dibêje ku, ew xwe jî jê ne bawer e. Lê di gotara xwe ya li dijê PDK û îdiaya xwe de ji sinorê ehlaqî derbas dike. Gelo di hilbijartan de, gelek vekirî HDPê pişgiriya çepên Tirkên Kemalist nekir? Niha nivê parlementerên ku ji PÇK/HDP hatin hilbijartin kine? Ne kemalistên Tirkên dijminê Kurdane? Gelo HDP ne ket xeta partiyên ku ji AK Partiyên veqetayin û IYI Partiyê de? Dijminatiya HDP/PKKê ya başûrê Kurdistanê di bingehê xwe de, ne dijminatiya destkeftiyên Tevgera Azidixwaz e?
Veca ji bo çi aliyên Kurdistanî li himber van êrîş û derewan dernakevin nayê zanîn. Lê ev siyaseta li himber PKKê bêdeng, bivê nevê dikeve xizmeta projeyên qirêj yên PKKê de.
HDP û pîyonên wek Bayindir jî baş dizanin ku, hêdî gelê Kurdistanê bi siyaseta wan a qirêj tê digehe û berê xwe ji wan dide aliyekî. Lê mixabin cihek ku Kurd berê xwe bidinê li bakurê Kurdistanê tuneye. Bê bedîlî dikare berê xelkê bide cihên cuda jî. Ji xwe eve dehên salana PKK vê yekê bi kar tîne û xwe bê bedil dihêle. Ev jî dibe sedemek bingehîn xelk mahkumê vê siyaseta qirêja li dijê hemû destkeftiyên netewî dibe.
Dixweyê ji encama hilbijartina kezebê Bayindir qetiyaye. Metirsiyeka mezin a PKKê heye ku heman rewş hilbijartinên herêmî de jî tekrar bike. Ji niha ve ji winda kirina xwe re li tawanbara digerin.
Mixabin îro li başûrê Kurdistanê di nava dam û dezgehên PDKê de,taybetî yên medyayê de aligirên PKKê hene. Ew bi awayekî medya girêdayî PDKê tê nasîn dikarin carê bikin zemînê propagandeya HDPê. Ev yek babetek gelek taybete û divê bê gotubêj kirin. Dema dijminê mirov di nava mirov de be, zehmetî duqet dibe. Ev dibe sedemek ku, derew û antî propagandeya wan wek rastiyekî tê dîtin.
23.Hezîran.2023
Nêrîn / Şirove
N.Firat