Hêmin Mistefa ku ji sala 2013an ve li Îranê girtî ye, hat îdamkirin. Mustafa ku bi îdiaya “Kuştina endamê Muhafizên Şoreşê” hatibû girtin, cezayê îdamê lê hat birîn.
Hêmin Mistefa, ku ji sala 2013an ve bi tohmeta “kuştina leşkerekî Îranê” li Girtîgeha Sine ya parêzgeha Kurdistana Îranê girtî bû, hat îdamkirin. Hêmin Mistefa yê 34 salî piştî 10 salan di 21ê Hezîranê de danê sibê hat îdamkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku Mistefa neçar bû kuştina di bin êşkenceyên giran de qebûl bike. Rêxistinên mafên mirovan berê jî rapor belav kiribûn ku Mustafa hatiye êşkencekirin. Hengaw dîmenên merasîma oxirkirina gundê Mistefa parve kir.
Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de li Îranê herî kêm 307 kes hatine darvekirin.