CivakRojev

Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedîyê girîngiyek taybet e

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedîyê girîngîyek taybet e.

Irvin Hicks, ligel şanda Odeya Bazirganî ya Amerîkayê di civîna çapemenî ya li Hewlêrê, di derbarê pêwendîyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de nirxandin kirin.

Serkonsulê Amerîka yê li Hewlêrê bal kişand ser wê yekê ku welatê wî peywendîyên xwe yên bihêz li gel Herêma Kurdistanê hene û ragihand ku ew dixwazin wan peywendîyan zêdetir pêş bixin.

Serkonsul Hick amaje bi hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî kir û got ew li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Back to top button