Tirkîye di Rapora Qeçaxçîtîya Mirovan a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de di kategorîya 2. de cîh girt. Rapora îsal ya Qeçaxçîtîya Mirovan a ji hêla Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî hat weşandin.
Di Rapora Qaçaxçîtîya Mirovan a 2023an de ku ji aliyê DYE ve di çar astan de hatiye dabeşkirin, 24 welat di kategorîya herî jêr de cih digirin. Hat gotin dibe ku ev welat ji bo alîkarîyên biyanî di bin hin qedexeyan de bin”.
Hat dîtin ku dewletên wek Çîn, Koreya Bakur, Belarûs, Afganîstan, Myanmar, Sûrîye û Îran di rêza herî jêr a raporê de di nav 24 welatan de cîh digirin. Lêbelê Cezayîr, Çad, Cîbûtî, Gîneya Ekvatorîal û Papûa Gîneya Nû, Vîetnam, Malezya û Bruneî jî di rêza sêyemîn de cih girtin. Her wiha di raporê de Somalî, Lîbya û Yemen jî wekî “dozên taybet” hatin binavkirin.
Hat ragihandin ku qaçaxçîyan di dema şewba Kovîd-19ê de li welatên wek Tirkîye û Myanmar, Kamboçya, Laos, Malezya, Fîlîpîn û Gana yên ku di raporê de di kategorîya 2.emîn de cih digirin, ji “bêkarîya berbelav” sûd wergirtin.
Li Herêma Kurdistanê û Iraqê hemû dane nayên parvekirin
Ji alîyê din di raporê de hatiye gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû daneyên derbarê dîtina qurbanîyan nedaye. Herwiha hat gotin ku kêmasî di tedbîrên derbarê dîtina qurbanîyan û şandina wan bo rayedarên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hene.