Polîtîk
Vegeriyan lê tiştek negotin
Heyeta PDPê ku îro ji bo hevdîtinê li gel Ocalan bike vegeriya. Wek tê zanîn heyata PDPê ji parlementera Agirî Pervîn Buldan, parlementerê diyarbekirê Altan Tan û parlementerê Stanbulê Sirri Sureya Onder pêkhatibû.
Lê dema vegeriyan tu daxuyanî di derbarê hevdîtinê de nedan medyayê. Lê tenê Pervîn Buldan gotinek ya Ocalan ragihand û got: Ocalan gotiye, ev pêvajo gavek dîrokiye. Em qonaxek dîrokîre derbas dibin. Divê herkes gelek bi hizir bê ji bo vê pêvajoyê. Girtî di destê dewletê de hene û destê PKKê de jî girtî hene. Hêvî dikim PKK qedrê van girtiyan bigire û ew demek nêzik bigihin malbatên xwe.
Herweha Buldan got ku di derbarê hevdîtinê de hevserokên BDPê daxuyaniyê didin.