CivakRojev

Rêveberê Gumrika IKBY: Emê nîvê dahatê bidin Bexdayê

Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman, ragihand ku dahata derîyên sînor mehane 110-130 milyar dînar e û li gor qanûna bûdçeyê nîvê vê dahatê wê ji bo federalîyê bê dayîn.

Ebdulrehman di daxuyanîya xwe de got: “Li gor projeyasaya bûdçeya Iraqê, ji Kanûna 2023an pê ve divê ji sedî 50 dahata xalên gumrikê ji bo hikûmeta navendî bê dayîn, ev jî tê wê wateyê ku nîvê dahata neftê rasterast ji bo hikûmeta navendî tê dayîn.Budçeya referansê ya van hemû dahatan heye. Hemû dahat li gor vê budçeyê tên tomarkirin. Dema ku budçeya mehane ya Herêma Kurdistanê dişînin, %50 ji wê dahatê qut dikin”.

Ebdulrehmanê ku daxuyanî da, axaftina xwe wiha domand: “Dahatê xalên gumrikê yên mehane di navbera 110-130 milyar dînar de ye. Li hember van dahatan em dahatê werdigirin, ev yek ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê ji bo tevahîya Iraqê normal e. Ji ber ku beşek ji dahata me wê ji bo pêkanîna budçeya Iraq bibe alîkar ku her welatiyekî Iraqî sûdê jê werdigire”.

Ebdulrehman herweha got: “Hikûmeta navendî baweriya xwe bi yasaya dergehên sînorî tîne û dixwaze hemû deriyên sînor radestî hikûmeta navendî bike, lê têbînîyên me li ser yasayê hene. Ji ber wê jî nayê çareserkirin”.

Back to top button