Polîtîk

Piştî serdana Rusiyayê helwesta Kurdistanê diyar dibe

Serokwezîrê Kurdistanê  di preskonfrensekê de behsa rewşa siyasiya İraq û herêma Kurdistanê kir û bersiva rojnamevan da de û got:

– Serokê herêma Kurdistanê tu insiyatîvek îlan nake û piştî ji serdana Rusiyayê vedigere dê digel tev aliyên siyasiyên herêma Kudistanê bicive û di wê civînê de dê rêya çareseriyê diyar bkin  yan nexşerêyek bo çaresrkirina tev pirsên İraqê deynin.

Li dor hilbijartinan jî serokwezîrê Kurdistanê got:

– Her dema di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê pirsa hilbijartina safî bû ka hilbijartina serokê herêma Kurdistan, parlamentoya Kurdistanê û wîlayetên herêma Kurdistanê bi hev re bikin, em dê bi wê biryarê pabend bin.

Di bersiva pirsekê de li dor birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, serokwezîr got:

– Behsa birîna budceyê nehatiye kirin. Me rêkeftin digel Bexdayê heye û ew rêkeftin beriya çand salan hatiye kirin ku, behra herêma Kurdistanê ji budceya giştiya İraq 17% ye. Lê her dema serjimêrî li İraqê  u li herêma Kurdistanê hat kirin, hîngê dê nisbeya budceya herêma Kurdistanê li gor nisbeya nifosa Kurdistanê be. Divê Bexda bi vê rêkeftinê pabend be.

Li dor beşdarîkirina aliyên opozisyona herêma Kurdistanê di hikûmetê de, Nêçîrvan Barzanî got:

–  Aliyên opozisyonê nameyek bo me hinartiye û nuha em wê nameyê dîraset dikin. Me daxwaz ji opozisyonê kiriye beşdariyê di hikûmeta Kurdistanê de bikin û bi hev re reforman bikin. Ew beşdar nabin û me jî rêz ji helwesta wan re heye, lê divê ew jî rêzê li îradeya hikûmetê ku, bi dengê xelkê Kurdistanê hatiye ser hukim,  bigirin.


Back to top button