Polîtîk

YNKa piştî nexweşketina Talebanî çi ji Îran û Tirkiyeyê dixwaze

 

Şandeya bala ya Yekêtiya NIştimaniya Kurdistanê bi serokatiya Kosret Resûl cîgirê yekem yê Celal Talebanî sekreterê YNK ber bi Tirkiyeyê bi rê ket.

Li gor malpera NRT ku, ji başûrê Kurdistanê bi soranî weşana xwe dike, dibêje ku, heyeteke YNK ku, ji Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNK, Mela Bextiya endamê polîtbûroya YNKê û Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê pêk tê, duhî roja sêşemiyê ber bi Tirkiyeyê rê ketin.

Li gor rojnameya Kurdistani Niwê organa YNKê, heyeta navborî dê digel Ebdula Gul serokomarê Tirkiyeyê û Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê û berpirsên tirk re bicivin û di civînê xwe de rewşa aloza Îraqê û guhertinên herêmî gotûbêj bikin.

Weke tê zanîn di 6ê vê mehê de, her heman heyeta YNKê çû bû Îraqê û digel berprisên leşkerî û emnî yên Îranê civya bûn

Serdana heytea polîtbûroya YNKê bo Îranê û bo Trkiyeyî div ê demê de, ji bo çavdêrên siyasî ciyê pirsiyarê ye, ka gelê YNKê piştî nexweşketina Celal Talebanî çi ji Îran û Tirkiyeyê divê?

 

Back to top button