
Hat diyarkirin ku tîma wezîrên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) biryar da ku beşdarî civînên Encûmena Wezîran a Rêveberîya Herêma Kurdistana bibin.
Doh êvarê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî û wezîrên YNKê li Silêmanîyê civîyan.
Li gor daxuyanîya çavkanîyekî beşdar, di civînê de biryar hat dayîn ku tîma wezîran a YNK di bin serokatîya Kubat Talabanî de beşdarî civînên kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe.
Li gor nûçeyê, civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ku biryar bû îro bihata lidarxistin, ji bo beşdarbûna wezîrên YNK ji bo roja 14ê Gulanê hat paşxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Talabanî piştî zêdetirî 6 mehan di 8ê Gulanê de civîbûn.


